• Thursday, 12 February 2026
logo

Turkiyeyê yekemîn muhleta kirîna gaza Kurdistanê da

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Turkiyeyê yekemîn muhleta kirîna gaza Kurdistanê da
Berpirseke sektora wuzeyê li Turkiyeyê di bêjedanekê de ji Royterzê re ragihand, ku desteya rêkxistina bazara wuze, yekem muhlet bo kompanîya Siyah Kalem derkiriye bi mebesta hawirdekirina gaza sirûştîya herêma Kurdistanê bo Turkiyeyê.

Evî berpirsî ji ajansa Royterzê re ragihandiye, ku ´´ew biryar hefteya bihorî derçûye û maweya muhletê 26 sal dibe û biryare di sala ayinde de dest bi proseya hawirdekirina gaze bihê kirin.´´

Heman berpirsê Turk tekez jî kiriye ku di sala 2014 de dest bi hawirdekirina gaza herêma Kurdistanê dikin û rêjeya 700 miliyon metr 3 gazê ji Kurdistanê dikirin, lê armanca wan ewe ye ku vê rêjeyê bo sala 2030 bigihînin 3.2 miliyard metr 3.
Top