Serok Barzanî: Dihuk nimûneya baş ya bihevre jiyanê ye
Di destpêka civîna han de Serok Mesûd Barzanî bi awayekî kurt behsa dîroka Dihukê di nava şoreşa Kurdistanê û ked û xebata xelkê deverê kir û ragehand ku, Dihuk di nava dîroka şoreşa rizgarîxwaz ya gelê Kurd de xwedan pêgeheke gelek girîng bûye.
Serok Barzanî behsa rewşa bihevre jiyana pêkhatên olî yên li Dihukê kir û ragehand ku, dihuk di warê bihevre jiyana kemenetewên olî de baştirîn nimûneya bihevre jiyanê ye û Şîniyên vê bajarê bêyî ti cudatî û aloziyan di nava aramî û asûdeyî de dijîn.
Serok Barzanî eşkere kir ku, Dihuk û xelkê Dihukê hêjayê xizmet kirineke gelek başin û heta niha jî li gorî derfetan xizmet hatiye kirin û vê piştî hilbijartinan jî xizmetên zêdetir pêşkêşî vê deverê werin kirin.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartin û girîngiya wan hilbijartinan jî kir û ragehand ku, ez nihatime wir daku, ji we re bibêjim hunê dengên xwe bidin kîj lîste an kîj aliyekî hun bo xwe baş dizanin ku, kîj alî xizmeta we kiriye û vê di paşerojê de jî xizmeta we bike.
Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji xelkê Dihukê jî kir daku, di roja dengdanê de biçin ser senduqan û dengên xwe bidin.
Derbarê şefaf û azadbûna hilbijartinan de jî Serok eşkere kir ku, me daxwaz kiriye daku, hijmareke zêde ji çavdêrin biyanî werin û çavdêriya hilbijartinan bikin û nabe ti kesek qanûn û şîretên komisyona serbixwe binpê bike.
