• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî bi xelkê devera Şêxanê re civiya

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
Serok Barzanî bi xelkê devera Şêxanê re civiya
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Parêzgeha Dihukê de Serokê Kurdistanê serdana Şêxanê jî kir û bi xelkê deverê re jî civiya.

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beriya ku, serdana Dihukê bike serdana devera Şêxanê ya li parêzgeha Dihukê kir û bi xelkê vê deverê re civiya.

Di civîna girseyî de Serok Barzanî derbarê jiyan û rewşa xelkê devera Şêxan û rewşa pêkhatên olî yên li deverê kir û ragehand ku, em bi jiyana aştiyane a kemenetewên olî yên devera Şêxanê kêfxweşin û di piraniya sefer û serdanên xwe yên bo derveya Kurdistanê behsa jiyana aştiyane û asûde ya pêkhateyên olî yên Kurdistanê dikin û ew yek jî bûye sedema girîngî pêdana civata navnetewî bi Kurdistanê.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartin û amadekariyên heyî yên ji bo hilbijartinan jî kir û ragehand ku, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gelek girînin lewre dibe her kes bi coş û hestên netewî beşdariya wan hilbijartinan bike û kîj lîst anjî kîj alî bi baş dizane bi dengdana xwe piştgîriya vî bike.
Top