• Thursday, 12 February 2026
logo

ISW: Iraqê bi şikestdana Elqîdeyê pêywîstî bi pêşmerge û asayişa Kurdistanê heye

Gulan Media September 16, 2013 Nûçe
ISW: Iraqê bi şikestdana Elqîdeyê pêywîstî bi pêşmerge û asayişa Kurdistanê heye
Dezgeha vekolîna şer a Amerîakyî (ISW) aşkira kir, ku proseya şikestdana Elqaîdeyê bi radeyeke zêde bi beşdarîkirina hêzên pêşmerge û asayişa herêma Kurdistanê d i evê proseyê de girêdayî ye.

Li gor raporteke dezgeha vekolîna şer a Amerîakyî (ISW) ku pêr roja 14 -/9/2013 hatiye weşandin, grûpa tindrew a bi anvê ´´dewleta îslamîya li Iraq û Şamê´´ ya ser bi rêkxistina terorîstîya Elqaîdeyê ve pilan danîye bo berfirehkirina desthilata xwe bi ser nawçeyên Iraqê û Surîyê de.´´ Raporta evê dezgehgê amaje bi ewê kiriye ku pêywîste bo rûbirûbûna evê metirsîyê ka rli ser poçkirina ewan şane yên Elqaîdeyê bihê kirin ku taybetin bi bombrêjkirina otomobîl û encamdana êrişa xwekujî.

Raporta (ISW) ewe jî daye xuyakirin, ku şîyanên Elqaîdeyê di buwarê otomobîlên bombrêjkirî de di maweya 12 heyvên bihorî de, du car zêde bûye û ewe jî bi egerê serkevtina Elqaîde di avakirina kargehên namerkezî bo amadekirina otomobîlên bombrêjkirî li nêzîk ewan nawçeyên ku dike armanca êrişên xwe û renge rêkxistina navhatî niha şane ya serbixwe ya taybet bi encamdana ewan karan hebe û yekîneya bombrêjkirina otomobîlan, êrişkirin bo ser jêrxana Iraqê û dezgehên ewledarîyê û girtîgehan kiribe bingehê bernameya karên xwe.

Di beşeke din a raorta xwe de, şriovekarên dezgeha (ISW) tekez kirine ku hikûmeta Iraqê bi şikestdana Elqaîdeyê, bi radeyeke zêde pêywîstî bi hêzên pêşmerge û asayişa herêma Kurdistanê heye. Dezgehê herwisa daye xuyakirin, ku Elqaîde bi dirêjîya hêla kesk heye û sûdê ji valahîya deştê ya navbera hêzên ewlehî yên Kurdistanê û hêzên Iraqî dibîne bo zêdekirina hêz û desthilata xw eli nawçeyê û pêkanîna çend navendan li Iraq û Suriyeyê.
Top