Serok Barzanî: Hîn jî gelek tişt maye em bo we bikin
Di merasimeke girseyî de ku, li yarîgeha Akrê hatibû organîzekirin, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya hilbijartinên parlementoyê kir û ragehand ku, dibe xelkê me çavên xwe veke û bizanibe çî dixwaze.
Serok Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hilbijartinên han bo paşeroja Kurdistanê gelek girîngin û bandoreke sereke li ser prosesa awedankirin û xizmet kirinê dike.
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku, Akrê yek ji qezayên kevnar ya Îraqê ye û di dema rejîmên berê de ti xizmetek jê re nahatiye kirin lêbelê di dema desthilatdariya partiya demokrata Kurdistanê de Akrê di her warî de hatiye guhertin û eger hozanvanê navdar yê gelê Kurd Arif Cizîrî niha zinidî bibûya wê straneke din li ser Akrê bigota.
Serok Barzanî eşkere kir ku, Akrê û derdora Akrê hêjayê xizmeteke gelek berfiren û heta niha xizmet jî jê re hatiye kirin lêbelê hîn jî gelek xizmetên din mane û jê re werin kirin.
Barzanî anî ziman ku, xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê Akreyê bi taybetî dibe li ser paşeroja xwe bifikrin û biryareke baş bidin û partiya demokrata Kurdistanê heta niha çi ji dest hatibe kiriye wê gelek tiştên din jî bike.
Serok Barzanî daxwaz ji xelkê Akrê û derdorê jî kir ku, dibe bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bikin û di roja dengdanê de dengên xwe bidin nunerên xwe.
