• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Nasiryeyê çend tirombîlên bombekirî hatine teqandin

Gulan Media September 15, 2013 Nûçe
Li Nasiryeyê çend tirombîlên bombekirî hatine teqandin
Li gor çavkaniyên nûçeyan îro li bajarê Nasiriye û Hileyê de çendîn tirombîlên bombekirî hatine teqandin û bi dehan kes bûne qurbanî

Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku, li bajarê Hileyê de du maşînên bombekirî hatine teqandin û di encam de 2 welatî canê xwe ji dest dane û 18 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her îro li Taxê Xemismîl tirombîleke din hatiye teqandin û 3 welatî canê xwe ji dest dane û 2 welatiyên din jî birîndar bûne û li bajarê Nasiriyeyê de jî du tirombîlên din hatin teqandin û di encam de 11 kes birîndar bûn.
Top