• Thursday, 12 February 2026
logo

Akademiya polîsan ya Hewlêrê xwendekarên xwe mezûn kir

Gulan Media September 15, 2013 Nûçe
Akademiya polîsan ya Hewlêrê xwendekarên xwe mezûn kir
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî û bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî Akademiya polîs ya Hewlêrê dawî bi devreyeke din ya perwerdehiya xwe anî û Xwendekarên xwe mezûn kir.

Di destpêka merasima han de Berpirsê Akademiya han peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya devreyên perwerdehî û pişt re jî Xwendekarên mezûnkirî çend çalakiyên curbicur pêk anîn û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsa hewldanên hikûmeta Kurdistanê bo serdemiyane kirina pergala heyî ya li Kurdistanê a di her warî de kir.

Nav hatî herwiha jiber parastina ewlekariya welat û welatiyan spasiya hêzên polîs û hêzên ewlekarî kir û ragehand ku, polîs û hêzên din yên ewlekarî ên Kurdistanê bûne cêha baweriya xelkê Kurdistanê û karîne bi awayekî baş ewlekariya xelk û welat biparizên.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji hêzên polîs û hêzên din yên ewlekarî kir daku, bi her awayî hewl bidin ewlekariya welat û hilbijartinan bi taybetî di roja dengdanê de bi awayekî herî baş biparêzin.

Nav hatî di dawiya gotara xwe de daxwaz ji hêzên polîs û ewlekarî kir ku, rêz ji mafên mirovan re bigirin û bi ti awayî hewl bo binpê kirina wan mafan nedin.

Piştî bi dawî hatina gotara Serokwezîr, Xwendekarên mezûnkirî hatin xelat kirin û pişt re jî ew merasim bi çalakiyên curbicur dom kir.
Top