Parlementoya Koriya Başûr komkujiya gelê Kurd mehkûm dike
Di vê derbarê de çavkaniyek ji parlementoya Kurdistanê eşkere kir ku, Serokê civata netewiya Koriya Başûr bi rêya Konsolosê welatê xwe yê li Hewlêrê nameyek pêşkêşî Serokê parlementoya Kurdistanê kiriye û prosesa enfalê yaku, ji aliyê rejîma Besê ve li dijî gelê Kurd hatibû meşandin mehkûm kiriye.
