• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Mûsilê teqîn: 14 kes hatin kuştin

Gulan Media September 14, 2013 Nûçe
Li Mûsilê teqîn: 14 kes hatin kuştin
Li gundê Ortexirabê li Mûsilê, di encama teqîneke xwekujî de herî kêm 14 kurdên şebek hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Mûsilê, îro (14.09.2013) piştî nîvro kesekî xwekuj xwe li nav pirsgehekê de li gundê Ortexirabê li devera Başîk a Mûsilê de teqand.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 14 kurdên şebek hatin kuştin. Di bûyerê de her wiha 8 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê dr. Saman Husên ji Rûdawê re ragihand, nexweşxaneyên parêzgeha Hewlêrê bo wergirtina birîndarên Mûsilê amade ne.

Dr. Husên diyar kir ku heta niha 3 ambulans bo veguhestina birîndaran şandine cihê bûyer û eger pêwîst bû dê ambulansên din jî bişînin.
Top