Nêçîrvan Barzanî: Şêrko Bêkes milkê hemû Kurdistanê ye
Duhî li bajarê Hewlêrê serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li kesûkar û malbata şaîrê navdarê kurd Şêrko Bêkes kir û di civînê de malbata xwedêjêrazî Bêke sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir bo wê pêşwaziyê û amadekirina wê merasima bijarteya pêşeazîkirina termê xwedêjêrazî Şêrko Bêkes dema ji welatê Swêdê gihanidye Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê careke din sersaxî li malbata Bêkes kir got ku, mamoste Şêrko Bêkes ”mirovekî mezinê kurd û milkê hemû xelkê Kurdistanê ye” û her tiştê ji wê hatiye kirin ”em weke wezîfeyeke xwe dizanin.”
Barzanî got ku, mamoste Şêrko Bêkes bi helbest, peyv, dîwan û kitêb û berhemên xwe heta hetayê dê bi nemirî û zîndî bimîne û xelkê hemû parçeyên Kurdistanê şûanaziyê bi wî dikin.
Serokê hikûmeta piştevaniya xwe nîşan de ku, mal û xaniyê Şêrko Bêkes li Silêmaniyê bikin mozexane û hemû tiştên xwedêjêrazî tê kom bikin.
