• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Beqûbeyê de bi sedan kes bûne qurbanî

Gulan Media September 14, 2013 Nûçe
Li Beqûbeyê de bi sedan kes bûne qurbanî
Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Beqûbeyê ragehand ku, îro di encama çendîn teqînan li vê bajarê de bi sedan kes bûne qurbanî.

Çavkanî eşkere kir ku, di encama teqîna tirimbîleke bombekirî li berdem mizgefta Muhemed Resûlelah ya li taxê Osmaniye a li Başûrê Beqûbeyê de herî kêm 30 welatî hatin kuştin û 40 welatiyên din jî birîndar bûn.

Her îro di encama teqîna bombeyeke vedayî li berdem mizgefteke din li taxê Om Îzam 13 welatiyên din hatin kuştin û 33 welatiyên din jî birîndar bûn.

Hêjayê gotinêye ku, hefteya derbasbûyî jî di encama çendîn teqînan li Beqûbeyê de bi sedan kesên din bibûn qurbanî.
Top