Mesrûr Barzanî bi kadro û endamên leqa yek ya PDKê re civiya
Di destpêka civîna han de birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Eylûlê de peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, şoreşa mezin ya Eylûlê xaleke gerîng ya werçerxana dîroka gelê Kurd bû û weke pêngaveke sereke bû sedema yek girtina Kurd û hêzên Kurdî.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, şoreşa Eylûlê îradeya gelê Kurd û berxwedaniya gelê Kurd a li dijî dagîrkerî û siyaseta tunekirinê îsabt kir.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û ragehand ku, hilbijartinên heyî bo Kurdistanê û bo destnîşan kirina çawetiya desthilatdariya Kurdistanê gelek girîng û dîrokî ne.
Barzanî eşkere kir ku dibe prosesa hilbijartinan di çarçoveya qanûn û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan û di çarçoveya normên demokratîk de werin meşandin û dibe tevahiya endam û kadroyên partiya demokrata Kurdistanê di dema propagende û di dema dengdanê de girêdayî bi şîretên komisyona serbixwe û qanûnan bin û xwe ji her cure kiryareke derqanûnî bidûr bixin û hewl bo nîşandana riyeke rast û serdemiyane ya demokrasiya Kurdistanê bidin.
Birêz Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa bername û armancên PDK û lîsteya 110 jî kir û ragehand ku, armanca sereke ya lîsteya 110 ya PDKê xizmet kirina xelkê Kurdistanê û awedan kirina Kurdistanê ye.
Hêjayê gotinêye ku, duhê birêz Mesrûr Barzanî li Zaxoyê jî bi xelkê vê bajarê re civiya bû û piştî civîna han jî xwendekarên serkeftî yên vê bajarê xelat kiribû.
