• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li Raniyeyê bi xelk û şîniyên deverê re civiya

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî li Raniyeyê bi xelk û şîniyên deverê re civiya
Di çarçoveya kempîna propagendeyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de Duh endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî serdana devera Raniye û derdorê kir û bi xelk û şîniyên wan deveran re civiya.

Di destpêka civîna han de birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52mîn salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Eylûlê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelk û şîniyên deverê kir û behsa girîngî û rola şoreşa Eylûlê di nava dîroka gelê Kurd û bandora şoreşa han ya li ser tevgera azadîxwaz a Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê de kir.

Mesrûr Barzanî di berdewamya axaftinên xwe de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Îraq û Kurdistanê jî şîrove kir û ragehand ku, niha Rojhilata Navîn bi giştî û devera me bi taybetî di nava rewşeke gelek aloz û hesas deye û dever bi giştî bûye meydana alozî û nakokiyên etnîkî û olî û Îraq jî di warê ewlekarî û emnî de yek ji wan welatên deverêye ku, xwedan aloztirîn rewş e lêbelê Kurdistanê kariye di warê ewlekarî û asayîşê de rewşeke baş û aram bo xwe dabîn bike.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, Kurdistan bi ti awayî nebûye beşek ji nakokiyên heyî yên li deverê de belku, hertim hewl daye daku, bibe beşek ji çareseriya wan kêşeyan.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û girîngiya hilbijartinên han kir û daxwaz ji xelk û şîniyên Raniye û derdorê kir daku, bi rihê pêşmergatî û bi coş û heyecana şoreşa Eylûlê beşdariya hilbijartinan bikin û daku, bi rêya dengên xwe beşdariya deriya kirina çarenûsa xwe û paşeroja welatê xwe bikin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, partiya demokrata Kurdistanê û lîsteya 110 xwedan bername û projeyên gelek girînge bo paşerojê Kurdistanê û dibe tevahiya me piştgîriya lîsteya 110 bikin daku, bikaribe proje û bernameyên han cîhbicîh bike û Kurdistan awedan û geştir bike.
Top