Li Til Ebyed û Til Koçerê şere: 11 çekdar hatine kuştin
Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarnewsê di demjimêr derdora 17.00'an de di navbera gundên Virgul û Çelbê yên li rojavayê Til Ebyad de di navbera komên çekda rû hêzên YPG'ê de şer derket.
Hate ragihandin ku di encama şer de wesayîtek komên çekdar ku 4 kes têde bûn hatiye rûxandin û 4 kes jî hatine kuştin.Her wiha hate gotin ku wesayîtek din a di hawarê hatiye jî ji aliyê yekîneyên YPG'ê ve hatiye lêdan û 7 endamên çeteyan hatine kuştin.
Li Herêma Til Koçerê jî di navbera YPG û Dewleta Îslam Êraq û Bilad Şam/Cephet El Nusra duh 11/9 li derdora Til Koçer di saet 12 nîvro de Şer despêkiribû, di seat 19'da de dijwar bibû.
Hate hînbûn di şerê li herêma der dora Til Koçer de tankek bi hatiye rûxandin , wesayîtek doçka 23/5 hatiye rûxandin û tankek jî hatiye derb kirin.
Tê gotin şerên li heremê bi hemû dijwariya xwe hêj didome.
Jêder: ANHA
