Parlemana Iraqê îro ji ber gefa êrişê hate valakirin
Jêdereke ewledarîya Iraqê ragihand, ku êvarîya îro çarşembe hêzeke ewlehî ya taybet bi parêzgarîkirin li telara parlemana Iraqê, avahîya parlemanê ji karmendan vala kir. Li gor zanyarîyan, hokarê valakirina parlemana Iraqê, gefa pêkhatina êrişekê bo ser parlmana Iraqê bûye û valakirina wê jî peywendî bi asayişa parlemanê ve hebûye.
Li gor jêdereke agahdar, êriş ji jêdereke nenaskirî bûye .
