• Thursday, 12 February 2026
logo

Barak Obama daxwaza paîxistina biryara kongreya Amerîka bo êrişa ser Surîyê dike

Gulan Media September 12, 2013 Nûçe
Barak Obama daxwaza paîxistina biryara kongreya Amerîka bo êrişa ser Surîyê dike
Serokê Amerîkayê daxwaz ji kongreya welatê xwe kir ku guftûgokirin û dengdana li ser lêdana serbazî dij bi Surîyê paş bixe. Obama ragihandiye, ku Amerîka niha amadeyê êrişa bo ser Surîyeyê ye, lê heger rejîma Esed pêşnîyara Rusîya pêk bihîne, dê biryara êrişa serbazî bos er Surîyê hilweşe.


Serokê Amerîka Barack Obama ku pêştir daxwaz ji kongreya Amerîka kiribû piştîvanîya biryara wî ya bo êrişa Amerîka bo ser Surîyê bike, piştî pêşnîyara Rusya ya sebaret bi kontrola civaka navdewletî li ser çekên kîmyayîyên Surîyê, aşkere kir ku wî biryara paşxistina danûstandinên Kongresê derbarê lêdana Sûriyê de daye da ku demeke zêdetir bide hewlên dîplomatîkên ji bo çareserîya pirsa Surîyê.

Obama di gotarekê de, ku arasteyî gelê Amerîka kir, got eger Amerîka û civaka navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma Sûriyê ve der nekevin, dibe ku ev çek bibin metirsî li ser hevalbendên Amerîka mîna, Tirkiyê, Urdunê û Israîlê jî.

Obama got, ku bi sedema gefa leşkerî û danûstandinên ku ligel serokê Rusya Vladimir Putin kirine, Rusya projeya xistina çekên kîmyayî yên Sûriyê jêr kontrola navneteweyî de pêşkêş kir.

Serokê Amerîka herwiha got wî pêşwazî li pêşinyara Rusyê kiriye lê diyar kir ku hîn zû ye da ku ji serkevtina vê projeyê piştras bibe.

Amerîka dewleta Surîyê li hember bi kar hatina çekên kîmyyaî li ewî welatî bi tawanbar dizane û hewla êrişeke serbazî bo ser Surîyê dide. Rusya dijayetîya xwe li gel êrişa serbazî ya dij bi Surîyê nîşan daye û ji bo pêşgirtin ji ewê êrişê, pêşnîyara çavdêrîya navdewletî bo ser çekên kîmyayîyên Surîyê kiriye. Wezîrê derveyê Surîyê Welîd Muelim jî duh pêşwazî li evê pêşnîyara Rusya kir.

Barak Obama tekez kir, ku heger Surîye bi pêşnyara Rusya pabend bimîn, dê biryara êrişa serbazî bo ser ewî welatî bihê hilweşandin, lê ew yek jî da xuyakirin, ku Amerîka niha amadeyê pêkanîan êrişa dij bi Surîyê ye û daxawz ji gelê Amerîka jî kir ku piştîvanîya evê biryara Waşingtonê bikin.

Ji alîyekê din ve berpirsa siyaseta derveya Yekîtîya Ewropa Katrîn Aşton pêşwazî li pêşnîyara Rsuya bo çarsreîya qeyrana Surîyê kir.

Her duh çarşembe biryar wiha bû ku wezîrê derveyê Amerîka John Kerry û wezîrê derveyê Rusya Sergey lavrov li Jenev bi hevdu re kom bibin û pêkve guftûgo li ser dosyaya Surîyê bikin.
Top