Serokwezîr berda bingehîn ya bendava gomespan danî
Di destpêka merasima han de ku, çendîn wezîr, parlementer û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî têde amadebûn, wezîrê çandinê yê hikûmeta Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya damezrandina bendava han û siyaseta girîngî dana hikûmeta Kurdistanê bi warê jîngeh, çandin û parastina avê kir.
Pişt re Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide asayîşa xwerak ( erzaq) û ewlekariya xwe ya netewî di her warî de gerentî bike û bo vê yekê jî çendîn peroje û planên demkî û demdirêj daniye û hêdî hêdî dest bi cîhbicîh kirina wan planan dike.
Barzanî herwiha diyar kir ku, damezrandina vê bendava han jî beşeke ji wan plan û projeyan û em dixwazin bi damezrandina vê bendava han keta çandin û ajeldarî li deverê de zinî dikin û ew kerta han pêşve bibin û lewergehên deverê jî bikin cêheke goncaw bo xwedî kirina ajel û sewalan.
Serokwezîr anî ziman ku, projeya ew bendava han vê di nava 5 salan de bi dawî bibe û ew projeya han di warê dabîn kirina pêdeviyên erzaq, berhemên çandinî û dabîn kirina ewlekariya netewî ya xwerak de roleke gelek girîng bilîze.
