• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokwezîr zîla sala nû ya xwendinê hate lêdan

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Bi amadebûna Serokwezîr zîla sala nû ya xwendinê hate lêdan
Duh 10/9/2013 li Kurdistanê yekem roja destpê kirina sala nû ya xwendinê destpê kir û xwendekar û weliyên xwe bi coşeke mezin beşdariya merasima destpêkirina yekemîn roja debistanan kirin.

Her di vê çarçoveyê de îro li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê, hijmareke ji wezîr û parlementer, rayedarên Kurdistanê û weliyên xwendekaran û xwendekaran bi merasimeke girseyî yekemîn zîla sala nû ya xwendinê hate lêdan.

Di destpêka merasima han de wezîrê perwerde yê hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser kar û çalakiyên wezaretê bo pêşdebirina kerta perwerdehî û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkêşî kir û behsa rola Mamosteyan kir û ew rola han bi roleke girîng û dîrokî wesif kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de hevdem ligel pîroz kirina sala nû ya xwendinê diyar kir ku, pêşde birina kerta perwerdehî yek ji ewlewiyetên hikûmeta Kurdistanê ye û ji bo vê yekê jî hikûmet dest bi damezrandina çendîn debistan, navendên perwerdehî û komelgehên pîşesazî û perwerdehî kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, em weke hikûmet niha dibe bi her awayî hewl bo pêşde birin û serdemiyane kirina kerta perwerdehiya Kurdistanê bikin.
Top