• Thursday, 12 February 2026
logo

Selefiyên rojhilatê Kurdistanê bûne bela serê xelkê

Gulan Media September 10, 2013 Nûçe
Selefiyên rojhilatê Kurdistanê bûne bela serê xelkê
Li rojhilatê Kurdistanê hinek komên îslamî yên radîkal hene ku wek “selefî” tên nasîn û herî zêde li bajarê Ciwanro yê Kirmaşanê dijîn. Selefiyên rojhilatî arîşeyan ji xelkê re çêdikin.

Selefiyên rojhilatê Kurdistanê tevgerek siyasî ne ku çalakî û xebatên wan mirov dixe şikê. Ji ber ku tê gotin girêdayî rêxistina El Qaîde ne û ji aliyê navendên sîxorî yên Îranê ve jî tên fînansekirin.

Berovajî tevger û rêxistinn civakî û siyasî, selefiyên rojhilatî bi awayekî eşkere kar û xebatên xwe dikin û xelkê li derdora xwe kom dikin.

Selefî ji derve hatine rojhilatê Kurdistanê, bi taybet dema koma çekdarî ya bi navê Cundul îslamî ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve li bajarên Merîwan û Seqiz hatin binecîkirin, di bin navê selefiyan de dest bi xebatên xwe kirin.
Cundul îslam bi alîkariya pasdarên Îranê devera Helebce ya başûrê Kurdistanê kontrol kiribûn lê piştî pêvajoya azadkirina Iraqê ew jî li wê deverê hatin derxistin.
Top