• Thursday, 12 February 2026
logo

Rapirsî:%72 xelkê Turkiye dijî êrişa liser Sûriyê ne

Gulan Media September 8, 2013 Nûçe
Rapirsî:%72 xelkê Turkiye dijî êrişa liser Sûriyê ne
Li gor rapirsiyekê ku ji aliyê Rêxistina German Marshall Fund of the United States (GMF) ve hatîye encam dan ji sedê 72’ê welatiyê Turkiyê li dijî encamdana operasyoneke leşkerî li dijî rêjîma Sûrîyê ne.

Nerazîbûna welatî û hin aliyên siyasî yên Turkiyê li hemberî destwerdana leşkerî ya li dijî rêjîma Beşar Esed di demekê de ye ku hikûmeta Emrîkî bi rijdî piştgiriyê dide her operasyoneke leşkerî ya li dijî rejîma Beşar El Esed.

Di vê çarçveyê de bi armanca êrişkirina ser rêjîma hikûmeta Serok Barack Obama ketiye liv û tevgerê daku piştiriya Kongres û gelê Emrîka bidest bixe.

Hêjayî gotinê ye ku, hikûmeta Emrîkî rejîma Beşar Esed bi bikaranîna çekê kîmyawî li dijî gelê xwe tometbar dike.

Xendan
Top