Fazil Mîranî bi kadro û endamên PDKê yên li Akrê re civiya
Di civîneke girseyî de Fazil Mîranî behsa rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û deverê kir û guhertinên heyî yên li Rojhilata Navîn jî rave kir.
Nav hatî di berdewamiya civîna han de behsa amadekariyên heyî yên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî kir û bernameya partiya demokrata Kurdistanê ( lîsteya 110) ji beşdarwanan re şîrove kir û ragehand ku, armanca PDKê baştir kirina jiyana welatiyan û xizmet kirina xelk û pêşde birina Kurdistanê ye.
Mîranî di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji beşdarwanan jî kir daku, piştgîriya lîsteya 110 û berbijarên PDKê bikin.
