Wezîrê Derve yê Îranê li Iraqê ye
Li gorî ajansên nûçeyan ên îranî, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di yekemîn serdana xwe ya derve de serdana Bexdayê kir.
Li gorî nûçeyê, Zerîf digel serokwezîr Nûrî Malikî û cîgirê serokomarê Iraqê Xuzêr el Xuzaî hevdîtin pêk anî.
Tê gotin wezîrê derve yê Îranê dê digel serokê parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî jî bicive û paşê digel wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî civîneke rojnamevaniya ya hevbeş saz bike.
Li gorî agahiyan, rojeva serekî ya hevdîtinên wezîrî îranî û rayedarên Iraqê pirsa Sûriyê û egera êrişa serbazî li dijî wî welatî ye.
Iraq jî mîna Îranê li dijî êrişa serbazî li hember Sûriyê ye û li kêleka Rûsya, Çîn û Îranê pişta rêjîma Sûriyê digire.
Rudaw
