• Thursday, 12 February 2026
logo

Ruşdî Seîd: Nêzîkî 40 keçên kurd ên enfalkirî li Misrê hene

Gulan Media September 8, 2013 Nûçe
Ruşdî Seîd: Nêzîkî 40 keçên kurd ên enfalkirî li Misrê hene
Karsazê kurd û serokê grûpa şîrketên Adil el Mutehîde Ruşdî Seîd diyar kir ku karê ku wî bo lipeyçûna keçên kurd ên enfalkirî kiriye hikûmetên Herêma Kurdistan û Misrê jî nedikarîbûn bikin û wiha got: “Keçên kurd ên di dema enfalê de bo Misrê hatine firotin, nêzîkî 40 keç in nek 18.”

Ruşdî Seîd duh (07.09.2013) êvarê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bû û derbarê sedema ku beşdarî hilbijartinan nebûye wiha got: “Li Kurdistanê demokrasiyek rêk û pêk heye ji ber wê jî pêwîst nake ez beşdarî hilbijartinan bibim.”

Seîd da zanîn ku di hilbijartinên parêzgehên Iraqê de 56 kursî bi dest xistiye û wiha got: “Lê fêl li min kirin û 6 kursî dan min. Min li parêzgeha Necefê 18 hezar û 500 deng qezenc kir lê 1850 deng hesibandin.”

Li bara bêdengbûna xwe li hember “wan fêlan” de jî Ruşdî Seîd wiha bersiva da: “Di destên min de belge hene lê ez vê gavê tiştekî nabêjim heta dema wê hat.”

Li ser derengketina projeya “Deştî Bihişt” rêveberê grûpa şîrketên Adil Mutehîde ragihand ku projeya Deştî Bihişt ji ber karên rotîn ên hikûmetê û kêşeyên teknîkî nehatiye xilaskirin.

Ruşdî Seîd derheqê wan karkirên ku 3 meh e mûçe wernegirtine û gefa xwepêşandanê dikin, ragihand ku di nav hefteyekê de dê kêşeya wan karkiran çareser bikin.

Roja 4ê Îlona 2013, wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Aram Ehmed di civîneke rojnamevanî de li Hewlêrê derbarê dîtina 6 keçên kurd ên enfalkirî ku li Misrê hatine dîtin, agahî da.

Di civînê de jibilî wezîrê karûbarên şehîdan û enfalkiriyan, Ruşdî Seîd jî amade bû, navên 6 keçên kurd ên enfalkirî hat ragihandin ku li Misrê hatine dîtin. Li gorî agahiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, wêne û dîmenên wan keçên kurd ji aliyê Ruşdî Seîd ve gihîştiye destê wan lê ew keçên han jibilî wan 18 keçên kurd in ku di dema operasyonên enfalê de bo Misrê hatine firotin.

Piştî pexşkirina rêzefîlma erebî ya bi navê “Nîran Sedîqe” ji aliyê televîzyona MBC ku tê de behsa keçên kurd ên enfalkirî dihat kirin, Ruşdî Seîd 30 tîmên 6 kesî bo dîtina wan keçan pêk anî. Seîd li ser vê yekê dibêje ku li gorî agahiyên ku wan tîman bidest xistine nîşan dide ku hejmara keçên kurd ên li Misrê zêdetirî 18 keçan in û nêzîkî 40 keç in.

Li gorî Ruşdî Seîd, karê ku wî bo peydakirina keçên enfalkirî yên kurd kiriye hikûmetên Herêma Kurdistan û Misrê jî nedikarîn bikin çimkî eger hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwaze bixwe wî karî bike dê 10 salan bidome.

Wî karsazê kurd derheqê jiyana wan keçên kurd agahî da û ragihand, hinek ji wan hene zewicî ne û zarokên wan heye, hinek ji wan jî li gundan dijîn û xelk alîkariya wan dike û hinek jî temenê wan nêzîkî 60-80 salî ye.

Ruşdî Seîd di bersiva vê pirsê de ka gelo çawa kariye di demek kurt de wiqas agahî li ser keçên kurd ên enfalkirî bidest bîne wiha axivî: “Min girîngî da mijarê û ez li pey çûm heta min ew kesê ku keçên kurd nas dike, dît. Min agahî bi belge û dîmenên vîdyoyî da wezareta şehîdan û ew 6 keçên ku hatine dîtin jî 4 jê kurdên feylî ne û ji Xaneqînê ne. Di vîdyoyan de behsa bav û birayên xwe dikin ku çend kes ji mala wan şehîd bûne.”

Li ser wan îdiayên ku dibêjin “pere û serweta niha ya Ruşdî Seîd ji kurê Sedam Husên ê bi navê Odey wek mîrat jê re maye” Ruşdî Seîd got: “Tu belgeyek li ser vê yekê nîne. Ez ji roja ku hatime Herêma Kurdistanê ve heta niha tu kesî nekariye bi awayekî şerîfane hevrikiya min bike û yên jî dikin bi awayekî neşerîfane ye.”
Top