• Thursday, 12 February 2026
logo

El Qaîde windahiyên mezin li hemberî YPG didin

Gulan Media September 6, 2013 Nûçe
El Qaîde windahiyên mezin li hemberî YPG didin
Ligor nûçeyek Ajansa Hawar Newsê, îro jiber şerê ku li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd yên Kurdan li bajarê Helebê di navbera wan û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Cephet El-Ekrad de derketin de, heta niha 10 çete hatine kuştin û zêdetirî 10 çekdarên din birîndar bûne her weha hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Cephet El-Ekrad 2 bazgehên grûpên çekdar li Sekin Şebab û Eşrefiyê hatine desteserkirin û hîna şer û pevçûn navbera aliyên şerker de berdewame.

Hêjayî gptinê ye ku, îro koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Lîwaya Selaheddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî demjimêr derdora 13.00’an de bi çekên giran êrîşî bazgehên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî Kurd lê dijîn kirin.

Girkê Legê – Li herêma Girkê Legê, Çilaxa û Koçerat yên Rojavayê Kurdistanê, di şerên 52 rojan de ku bi êrîşên komên çekdar dest pê kiribûn û hîn didomin de, hêzên YPG’ê 20 gund rizgar kirin û 11 navendên komên çekdar bidest xistin, her wiha hêzên YPG ku ev hefteyeke “operasyona şoreşgerî daye destpêkirin” nêzî bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê bûne.

Ji aliyekî din ve di çarçoveya “Operasyona Şehîd Çekjîn” de şevê din demjimêr 01.00’an de hêzên YPG’ê li derdora gundê Seharîc û Mişêfre li dijî navendên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)/ Cebhet El-Nusra çalakiyek bibandor lidar xist û di encam de 30 çekdar hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne her weha di operasyonê de otombêlek Doçkahilgir, gelek çek û cebilxane destser kirin û navendên komên çekdar yên li derdora gundê Seharîc û Mişêfre ku 5 kîlometre dikevin bakurê bajaroka Til Koçer hatin ruxandin.

Xendan
Top