ENKS îro biryara dawî dide
Li gor zanyariyên Rûdawê, di civîna îro (06.09.2013) de, encumen dê projeya rêkeftina di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd û Hevpeymaniya Opozîsyonê de gotûbêj bike û biryara xwe dawî di vê mijarê de bide.
Di civîna 31 Tebaxê ya Yekîtiya Siyasî ya Kurd de ku 4 partiyên encumenê tê de endamin, her çar partiyan biryar dan projeya tevlîbûna encumenê di nava hevpeymaniya opozîsyonê de qebûl bikin.
Encumena Niştimanî ya Kurd ji 15 partiyan û gelek rêxistinên gencan û kesatiyên serbixwe pêk tê.
Tê zanîn, ENKS û hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê roja 28ê Tebaxa 2013 li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê rêkeftinek îmze kirin.
Sekreterê partiya Azadî ya rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re gotibû, li gorî wê rêkeftinê divê pirsa kurd li Sûriyê dê were çareserkirin û ENK jî dê tevlî opozîsyona wî welatî bibe.
Rudaw
