Şêx Edhem Barzanî serdana eşîrên devera Behdînanê kir
Di hevdîtineke de hevdem ligel nirxandina rewşa niha ya Kurdistanê meseleya hilbijartinên niha yên parlementoya Kurdistanê jî hate giftûgokirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Muhemed Kelhî Rêkanî spasiyên xwe pêşkêşî Şêx Edehm Barzanî kir bo vê serdana han û diyar kir ku, eşîra wan bi her awayî piştgîriya PDKê dike jiber ku, PDK xwedan dîrokeke baş ya têkoşînê ye.
Her di çarçoveya vê serdana han de Şêx Edhem Barzanî serdana Hecî Melu Mizûrî jî kir û nav hatî jî bi germî pêşwaziya Edhem Barzanî kir û ragehand ku, tevahiya eşîra vî vê piştgîrî ji lîsteya 110 ya PDKê dikin.
