Erdogan:Turkiye dê beşdarî her core hevpeymanîtîyeke dij bi rejîma Beşar Esed be
Serok wezîrê Turkiyeyê ku roja çarşembîyê bi mebesta beşdarîkirin di kombûna dewletên grûpa G20 berev Rusiya birêkevt, berî serdana xwe di konfranseke rojnamevanî de li Enqere ya paytextê Turkiyeyê bersiva pirsyarên rojnamevanan da.
Li gor nûçeyeke malpera televiziyîna fermîya dewleta Turkiyeyê TRT, Erdogan di evê konfransa rojnamevanî de basa ewê çendê kiriye, ku Turkiye amad eye beşdarîyê di her core hevpeymanîtîyeke cîhanî ya li dijî rejîma Beşar Esed de bike.
Erdogan amaje bi ewê çendê jî kiriye, ku Turkiye bi mebesta hevkarîkirina xelkê Surîyê amade ye her core hevkarîyekê jî pêşkêş bike û di her core hevpeymanîtîyeke hevbeşa cîhanî de li dijî rejîma Surîyê de beşdar be.
Erdogan herwisa basa gefên Beşar Esed serokê rejîma niha ya Surîyê jî kiriye û ragihandiye, ku Esed gefa lêdana Turkiyeyê dike, belê ew nizane Esed hêza ewê yekê heye yan na. Serok wezîrê Turkiyeyê tekez jî kiriye, ku Turkiye bo rûbirûbûna her core bûyerekê amade ye û pirsyara ewê yekê jî kiriye, ku gelo aya Beşar Esed û rejîma wî bi xwe amad ene yan na?
