Felah Mistefa pêşwazî li xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir
Di civînekê de Serbest Seftî berprisê têkeliyên navdewletî yê Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê behsa bernameya serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê û anîna xewndekarên biyanî bo Kurdistanê daku rewş, kultur û pêşkeftinên Kurdistanê nas bikin, kir.
Serokê şandeya xwendekaran armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, şandeya wan ji hijmareke xwendekarên diktora, master û mamosteyên zanîngehan di warê qanûn, maf û zanistên siyasî de pêk tê û dê çend lêkolînên zansitî û meydanî li herêma Kurdistanê bikin.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve jî amade bû, ji xwendekaran re behsa rewşa herêma Kurdistan û Îraqê û pêşkevtin û avadaniya li herêma Kurdistanê çêbûye û ber bi pêşvebirina tecrûbeya demokrasiyê, kir. Mistefa behsa dîroka guhertin û pêkeftinas herêma Kurdistanê ji sala 1991ê heta nuha kir.
Felah Mistefa behsa tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê kir û got ku, yekem parlamentoyê hilbijartiyê Kurdistanê û yekem kabîmeya hikûmeta Kurdistanê di sala 1992ê de hatin avakirin, û herwesa di axaftina xwe de behsa qonaxên piştî jinavçûna rijêma Îraqê û destkeftiyên hikûmeta Kurdistanê yên di warê geşekirina aborî, bazirganî û tev waran de kir: ´´Em weke kurd neamade ne ku berev paş ve veger in. Hertim em bi made û bendên destûrî ji bo çareserkirina tev pirsan û bi tyabetî pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdadê weke, pêşmerge, qanûna neft û gazê û pirsa deverên kurdistanî yên derveyî îdareya herêma kurdistanê, pabend in.´´
Mistefa herwisa ragihand: ´´Kurdan bi xwesteka xwe federalîzim hilbijard û beşdarî di nivîsîna destûra Îraqê de kir û roleke serekê di dubare avakirina Îraq nû de hebû.´´
Di dawiya axaftina xwe de, berprisê têjkeliyên derve behsa têkeliyên navbera Kurdistan û welatên cîran, rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser dever kir.
Li dor rewşa Suriyeyê Mistefa got: ´´Hikûmeta Kurdistanê hêvîdare ku rewşa Suriyeyê bidawî bê û birayên me yên kurd li wir bi mafên xwe şad bibin. Lê weke hikûmet em destê xwe naxin nav karûbarên wî welatî û serweriya tu welatan bin pê nakin. Niha nêzîkî 200 hezar penaberên Surî li herêma Kudistanê hene ku, di rewşeke dijwar de dijîn û em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku, hevkarî û alîkarîya penaberên Surî yên li herêma Kurdistanê bikin.´´
