Hikûmeta herêma Kurdistanê hewl dide nûneratîya xwe li Turkiyeyê veke
Sefîn Dizeyî peyvdarê fermîyê hikûmeta herêma Kurdistanê îro çarşembe ragihand, ku peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Turkiyeyê di rewşeke baş de ne û da xuyakirin, ku hewl didin nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Turkiyeyê vekin. Dizeyî di evê bareyê de got:´´ di niha de hewl hene bi mebesta vekirina nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Turkiyeyê, lê ji ber ku em herêmin û nikarîn hîç fişarekê bikin ji bo ku nivîsîngeha herêmê vekin, her ji ber wê, vekirina nivîsîngehê tenê asta peywendîyan biryar li ser dide.´´
Dizeyî tekez kir, ku ew naxwazin daxwazekê bikin û paşê bihê redkirin, belku ew pêştir dixwazin kar li ser bikin û amadekarîyên tewaw bikin û nerîna Turkiyeyê jî werbigrin û paşê daxwazeke wisa bi mebesta wergirtina rezamendî li ser vekirina nivîsîngeha nûneratîya herêma Kurdistanê li Turkiyeyê pêşkêş bikin.
Di beşeke din a axavtina xwe de peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi peywendîyên navbera Hewlêr û Bexdadê kir û basa karê komîteyên navbera her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqa federal kir. Sefîn Dizeyî di evê bareyê jî de got:´´ piştî serdana serok wezîrê herêma Kurdistanê bo Bexdadê û paşê jî hatina serok wezîrê Iraqê bo herêmê, hejmarek komîte pêk hatine bo çareserîya giriftan. Komîte berdewamin li ser karên xwe û wisa xuya ye ku temenê hikûmeta navendî heta buhara dahatî maye, her ji ber wê jî tenê giriftên biçûk heta wê demê dihêne çareserkirin û giriftên din bo kabîneya dahatî ya hikûmeta Iraqê dimînin heta ku dihêne çareserkirin.´´
