• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li Silimanî bi kadr û endamên PDKê re civiya

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî li Silimanî bi kadr û endamên PDKê re civiya
Îro Endamê mektebs siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi serdanek gehêşte bajarê Silimaniyeyê û pişt re li baregeha şaxê 4 ya partiya demokrata Kurdistanê de bi kadro û endamên PDKê re civiya.

Di civîna han de birêz Mesrûr Barzanî behsa girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û daxwaz ji endam, kadro û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê kir daku, bi awayekî serdemiyane dest bi propagendiya hilbijartinan bikin û bi coşeke mezin piştgîriya lîsteya 110 ku, ya partiya demokrata Kurdistanê ye bikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de daxwaza vê yekê jî kir daku, endam, kadro û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê çê di dema propagendeyên hilbijartinan de çê jî di roja dengdanê de girêdayî bi şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan bin û xwe ji her cure kiryareke derqanûnî û her cure kiryarek ku, bibe sedema aloziyan biparêzin.

Mesrûr Barzanî herwiha behsa dîroka xebat û têkoşîna PDKê û armancên PDKê kir û ragehand ku, PDK partiya tevahiya gelê Kurd e û armanca sereke ya PDKê xizmet kirina gelê Kurd û pêşde birina Kurdistanê ye.
Top