• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê: Dezgehên hikûmetê tevlê bangeşeyên hilbijartinan nebûne

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê: Dezgehên hikûmetê tevlê bangeşeyên hilbijartinan nebûne
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di bêjedaneke rojnamevanî de ragihand, ku dezgehên hikûmetê bangeşeya hilbijartinê encam nadin û pêve nebûne.


Sefîn Dizeyî peyvdarê fermîyê hikûmeta herêma Kurdistanê îro di bareya helmetên bangeşeyên hilbijartinan û peywendîya dezgehên hikûmetê bi bangeşeyan de ragihand, ku niha proseya bangeşeya hilbijartinan birêve diçe, lê ji alîyê partîyan ve ye û hîç dezgeheke hikûmî beşdarî di bengeşeyên hilbijartinan de nekirine.

Dizeyî got:´´ em agahdarîn ku heta niha hîç dezgeheke hikûmî beşdarîyeke biçûk jî di proseya bangeşeya hilbijartinan de nekiriye û hîç yek ji partîyan jî dezgehên hikûmî bo evê mebestê bi kar neanîne.´´
Top