Daxwaza xwepêşanderên Qamîşloyî ji PYD bo azadkirina berpirsekê tevgera lawên Kurd
Çalakvanek bi navê Mehmûd ku endamê tevgera lawên Kurd li Surîyê ye, ji PNA re got, ku Ciwan Elî berpirsê nivîsîngeha civaka sivîl û endamê desteya çavdêrîya tevgerê ye, du hefte berê ji alîyê asayişa Girkê Legê ya ser bi PYD ve hatiye girtin.
Ew çalakvan herwisa got, ku piştî girtina Ciwan Elî, peywendî bi partîya yekîtîya demokratîk (PYD) ve hate kirin û berpirsên PYD belên (soz) dan ku wî azad bikin, lê hêşta ew nehatiye azadkirin.
