• Thursday, 12 February 2026
logo

Felah Mistefa: Kurdistan û Îrlandaya Bakur di gelek buwaran de nêzîkî hevin

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Felah Mistefa: Kurdistan û Îrlandaya Bakur di gelek buwaran de nêzîkî hevin
Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, şandeya herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Belfastê li Îrlandaya Bakur digel du wezîrên hikûmeta Îrlandayê Conasan Bel û Cênefer Makan civiyan.


Li gor malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê, di civînê de, Felah Mistefa silavên serokê Kurdistanê û yên serokwezîrê Kurdistanê bi rêya her du wezîran gihandin serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Îrlandayê û sipasiya hikûmeta îrlandayî kir ku, şandeya herêma Kurdistanê bo Îrlandayê vexwandiye û tekîd li ser cîbicîkirina made û bendên peymana lihevtêgihiştinê a di navbeta her du aliyan de kir.

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got ku, hikûmeta Kurdistanê bi xurtkirina têkeliyên xwe bi Îrlandayê re, bi taybetî di wan waran de yên ku di peymana lihevtêgihiştinê de hatine diyarkirin pabend e. Mistefa got ku, hikûmeta Kurdistanê bi giringî ve li têkeliyên bi Îrlandayê re dinêre û herêma Kurdistanê û Îrlandaya Bakur di gelek waran de nêzîkî hev in.

Her du wezîrên hikûmeta Îrlandayê silavên hikûmet û gelê îrlandayî bo serokê Kurdistanê hinartin û rewşa aram û îstîqrara herêma Kurdistanê bi giringî wesif kirin. Wezîr Bel got ku ew dixwaze di demek nêzîk de serdana herêma Kurdistanê bike. Wî behsa qonaxên pêşkeftina Îrlandayê û ew destkeftiyên di warê aborî de bidestxistine kir.

Rewşa Rojhilata Navîn û bi tyabetî rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê di civînê de hat behis kirin.

Her di çarçoveya serdana xwe de, şandeya herêma Kurdistanê digel nûnerên wezaretên akincîkirinê, pilandanan û tomarkirina erd û zeviyan civiya û nûnerên wan wezareta ji endamên şandeya Kurdistanê re behsa tecrûbeya Îrlandayê di wan waran de weke, çareserkirina pirsa kêmxaniyan, avakirina xaniyan bi malbatên kêmderamet û nexşekirina erd û zeviyan û tomarkirina wan bi sîstema elektironî, kir.
Top