Aldar Xelîl: ENKS û EGRK li ser rêveberiya demkî li hev kirin
Hat zanîn ku EGRK û ENKS ji duh (30.08.2013) ve li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê li ser rewşa rojava û avakirina rêveberiyek demkî li wî beşê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin.
Derheqê encamên civîna her du encumenan de endamê desteya rêveberiya TEV-DEMê Aldar Xelîl ji DÎHAyê re ragihand ku her du encumenên rojava heta hilbijartinan, li ser avakirina rêveberiyek demkî li hev kirin.
Xelîl diyar kir ku tu partiyeke rojava bi zorê tevlî vê rêveberiya demkî nayê kirin her wiha partiyên ku naxwazin dikarin tevlî nebin û wiha axivî: “Heta niha tu partiyeke endamê ENKSê negotiye ku naxwaze beşdarî vê rêveberiya demkî bibe û bi vî awayî hemû partiyan li ser vê mijarê li hev kirine.”
Wî berpirsê TEV-DEMê destnîşan kir ku rêveberiya demkî ya rojavayê Kurdistanê tenê ji kurdan pêk nayê ji ber ku jibilî kurdan, gelên asûrî, suryanî, keldanî û xirîstiyan (mesîhî) jî li rojavayê Kurdistanê dijîn, eger ew bixwazin dikarin tevlî rêveberiyê bibin.
EGRK ji PYDê û partiyên nêzîkî wê pêk tê û ENKS jî ji El Partî û partiyên nêzîkî wê pêk tê.
Rudaw
