• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Mûsilê 5 malên kurdên Şebek hatin teqandin

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Li Mûsilê 5 malên kurdên Şebek hatin teqandin
Îro li parêzgeha Neynewa, 5 malên kurdên Şebek bi rêya bombeyekî berê hatibû çandin ve hat teqandin. Di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê ragihandina liqa 14 a Mûsilê yê PDKê Seîd Mem û Zîn ji Rûdawê re got: “Îro danê sibehê li taxa Kerame ya Mûsilê, 5 malên kurdên Şebek hat teqandin. Di encamê de welatiyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.”

Mem û Zîn bal kişand ser wê yekê ku ji despêka gefan û heta niha, 420 malên Şebekan ji Mûsilê derketine.

Heftiya borî jî li Mûsilê 3 kurdên Şebek di encama destdirêjiya çend çekdarên nenaskirî de hatibûn kuştin. Ev bûyer jî piştî gefa rêxistina Dewleta Iraq a Îslamî hat ku berî sê rojan Şebek agehdar kiribûn yan divê ji bajar derkevin an jî wê li dijî wan komkujiyê pêkbînin.

Piştî gefên rêxistina Dewleta Iraq a Îslamî, kurdên Şebek bi rêya Rûdawê daxwaz ji hêzên pêşmergeyan kirin ku li hewara wan biçin û navçeyên wan ji destdirêrjiya terorîstan biparêzin.

Rudaw
Top