Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê kir
Li destpêka hevdîtinê de, birêz Xuzeyr Xuza'î ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya siyasiya Iraqê rûbirûyê tehdîdên mezin dibe ku dixwazê çareseriyeke lezgîn û rastiyane ji bo wê bê dîtin. Ew jî pêwîstî bi li hevdû têgihiştina hemû aliyên Iraqê heye. Her wiha endamên şanda Hevpeymaniya Nîştîmanî behsa girîngiya peywendiya dîrokiya di navbera Kurd û Şî'e kir û Kurdan bi sedema aramiya Iraqê da zanîn û ragihand hatina wan ji bo bihêzkirina vê hevpeymaniyê ye û balkişandin li ser girîngiya beşdarbûna hemû pêkhatên Iraqê ya li ser birêvebirina dewletê kirin.
Şanda mîhvan ragihand ku Hevpeymaniya Nîştîmanî destpêşxeriyek di dest deye bi navê (Aştiya Civakî) ji bo pêkanîna çareseriyek ji bo kêşeyan û berqerarkirina pêkvejiyanê ku ew jî li rêya li ber girtina awayê aştiyane û guftûgo weku bingeha karkirina di navbera aliyan tê dîtin. Her ji bo vê mebestê jî wêneyek ji wê destpêşxeriyê pêşkêşî cenabê Serok kirin. Ji bo wê yekê ku li kombûna serkirdeyên aliyê siyasiyan de beşdar bibê ku li çarçêweya vê destpêşxeriyê de li rojên pêşde tê sazkirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe bi serdana şanda Hevpeymaniya Nîştîmanî, behsa wê yekê kir ku Iraq rûbirûyê qeyrana mezin bûye û ji bo derbasbûna wê qeyranê pêwîstî bi hemû cûre hewlekî heye. Her wiha behsa wê yekê kirin ezmûna derbasbûyî ya Iraqê diyarkiriye hukma Iraqê bi îhmalkirin û dûrxistina pêkhat û aliyan serketî nabê, belku serketina pêvajoya siyasî ya Iraqê tenê bi têgihiştin û beşdariya hemû aliyan pêktê.
Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku peywendiya di navbera Kurd û Şî'e girîng û stratejiye û çavkaniya aramiye ji bo hemû Iraqê û destpêşxeriya Hevpeymaniya Nîştîmanî bi girîng zanî û piştgiriya xwe ji bo serketina wê derbirî û tekez kir ku ji bo çareserkirina qeyranên Iraqê, Kurd li gel hemû hengavek daye.
