Li Serêkaniyê û Çilaxa şerên dijwar
Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê belav kiriye ku, duh di demjimêr 15.30’an de li gundê Sefa yê Çilaxa komên çekdar ên Dewleta Êraq û Şam/ Cephet El Nusra êrîşî bendên kontrolê yên (YPG) kirin. Li ser vê yekê pevçûnên dijwar derketin.
Hate ragihandin ku komên çekdar li gundên Girhok, Yusufiyê û Girê Fatê jî bi çekên giran û tangan êrîşî pêkanîne û xwestine pêş bikevin, lê rastî bersivdayîna tund a hêzên YPG'ê hatin. Di pevçûnan de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, her wiha di pevçûnan de tangek hate desteserkirin, yek hate derbkirin û 2 wesayîtên doçka jî hatin rûxandin.
Li Serêkaniyê jî komên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şam û Cephet El-Nusra bi şev di demjimêrên 21.00'an de, ji Til Xelef hewl dan ku ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin û êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û pevçûn derketin.
Jêder: ANHA
