Li Dêrka Hemko teqîn: 7 kes mirin
Li gorî agahiyên gihîştine Rûdawê, duh (25.08.2013) danê varê, li xala pişkinînê ya Girzîro li bajarê Dêrikê li rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombekirî ji aliyê xwekujekî ve hat teqandin.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 2 şervanên YPGê, 3 kesên sivîl ku tê gotin ereb in jiyana xwe ji dest dane û kesê xwekuj jî di bûyerê de hatiye kuştin.
Hat zanîn, hinek kes jî birîndar bûne.
Li benda agahiyên zêdetir bin...
