YPGê bîlançoya şerê 2 rojên borî eşkere kir
Li gorî ajansa ANFê, avenda çapemeniyê û ragihandinê ya YPGê derbarê pevçûnên 48 saetên dawî yên di navbera hêzên YPG'ê û komên Dewleta Îslamî/El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad de li Serêkaniyê û herêmê Çilaxa ya Girkê Legê derketine de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Serekaniyê di nava 2 rojan de 3 caran şerên dijwar rûda ne û wiha hate gotin: "Komên çete ji aliyê Til Xelef ve xwestin êrîş bikin, lê hêzên me bersivên tund dan. Di encama van şerên ku li ser riya Til Xelef rûdan de, 3 wesayîtên doçka hatin rûxandin û 21 endamên komên çete hatin kuştin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gundên Til Elo, Sefa û Girhok ên herêma Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê jî şer û pevçûn derketine û ev agahî hatin dayîn: "Di pevçûnên li derdora gundê Til Elo de, navenda komên çete ya li nêzî gund, bi çekên giran hedef hate girtin û hate rûxandin. Di encama şer de wesayîtek doçka hate rûxandin û 8 endamên çeteyan hatin kuştin. Li gundê Sefa jî li nêzî navendek çeteyan şer rû da. Di encam vî şerî de jî 5 çete hatin kuştin. Li gundê Girhok jî dema komên çete dixwestin pêş bikevin, rastî bersiva hêzên YPG'ê hatin. Hêzên me bi çekên giran li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin û di encamê de navenda komên çete ya li vî gundî şewitî û 9 çete hatin kuştin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên 2 rojan de şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Ev di demekî de ye ku îro danê êvarê li gundê Girzîro li nêzîkî bajarê Dêrka Hemko otomobîleke bombekirî ji aliyê kesekî xwekuj ve hat teqandin û di bûyerê de herî kêm 2 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan lê heta niha PYD û YPGê tu daxuyaniyek li ser vê bûyerê nedane.
Rudaw
