Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê
Her wiha ev dem li gor yasaya hejmar 18 ê sala 2013 Parlemena Kurdisanê tekez li ser kiriye. Ji bilî wê jî tu aliyek ne Parlemena Kurdistanê û ne Hikûmeta Herêmê û ne Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê nekirine ku guhertin li ser vê demê bê û hilbijartina Parlemana Kurdistanê bê paşxistin.
Ji bo wê yekê ji dilniyakirina xelkê Herêma Kurdistanê radigihînîn ku eger hinek kes û alî li ser wê baweriyê ne ku paşxistina hilbijartina Parlemen li desthilata Serokê Herême, eve Serok Barzanî bi tu awayekî ne li gel paşxistina hilbijartina Parlemena Kurdistanê ye û cenabê wî wiha bawere divê hilbijartina Parleman li 21/09/2013 û li dema xwe ya diyarkirî de bê encam dan.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
24.08.2013
