Hikûmeta Kurdistanê 25 miliyon dolar hevkariya Kurdên Rojavayê dike
Di vê derbarê de Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefên Dizeyî ragehand ku, îro bi armanca hevxemî û hevkarî kirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku, hatine Başûrê Kurdistanê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî biryar daye daku, 25 miliyon dolar weke hevkarî pêşkêşî wan were kirin.
Dizeyî eşkere kir ku, tevahiya ev pereyên han ji bo dabîn kirina pêdeviyên sereke yên wan welatiyan tê meserefkirin.
