• Wednesday, 11 February 2026
logo

Malikî: Tirkiye li nav xaka xwe de terorîstan perwerde dike

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Malikî: Tirkiye li nav xaka xwe de terorîstan perwerde dike
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî digel serokê partiya komarî ya gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu hevdîtin pêk anî. Malikî diyar kir ku Tirkiyê li nav xaka xwe de “terorîstan perwerde dike”.

Ligel hişyariyên wezareta derve ya Tirkiyê, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu duh (20.08.2013) digel şandekê ku ji berpirsên CHPê û rojnamevanan pêk dihat, serdana Iraqê kir.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, Kiliçdaroglu piştî hevdîtina digel serokê encumena ewlehiya millî ya Iraqê, ji aliyê serokwezîr Nûrî Malikî ve li avahiya serokwezîriyê hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de ku sergirtî hat sazkirin û saetekê dom kir, li ser pêwendiyên navbera Bexda û Enqerê hat axaftin.

Li gorî ajansan, Malikî di civînê de amaje bi piştevaniya Tirkiyê bo çekdarên îslamî yên radîkal ên neyarên rêjîma Sûriyê kiriye û gotiye ku Tirkiye li nav xaka xwe de terorîstan perwerde dike, lewma bang li Tirkiyê kiriye ku bi hev re dijî terorê bisekinin.

Kemal Kiliçdaroglu jî di hevdîtina digel Malikî de gotiye ku mebesta wî ji serdana Iraqê başkirina pêwendiyên aborî û siyasî yên Tirkiye û Iraqê bûye.

Hat zanîn, serokê CHPê û şanda pê re dê heta 24ê Tebaxê li Iraqê bimînin. Tê pêşbînîkirin Kiliçdaroglu serdana Kerkûk û Necefê jî bike.

Serdana serokê CHPê ku partiyeke opozîsyon e li Tirkiyê, di demekî de ye ku beriya niha hikûmeta Iraqê daxwaza hikûmeta Erdogan bo serdana Iraqê red kiribû.

Tê zanîn, pêwendiyên Tirkiye û Iraqê ji ber qeyrana cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî ku niha li Tirkiyê ye her wiha girêbestên petrolê yên navbera Hewlêr û Enqerê û helwesta Tirkiyê li hember bûyerên Sûriyê gelekî aloz bûne.

Rudaw
Top