Hikûmeta Îraqê 15 miliyar dînar hevkariya Penaberên Rojava dike
Sefîn Dizeyî eşkere kir ku, hikûmeta fedral ya Îraqê bi biryara Serokwezîr hewl dide daku, bi qasî 15 miliyar dînaran hevkariyên curbicur pêşkêşî Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku, li Başûrê Kurdistanê de hatine bicîhkirin bike.
Dizeyî herwiha eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê jî ev pêngava han bi pêngaveke erênî wesif dike û daxwaz ji aliyên têkeldar yên navnetewî jî dike daku, hevkariya wan Penaberan bikin.
