• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Kerkûkê teqîn: 5 terorîst hatine kuştin

Gulan Media August 20, 2013 Nûçe
Li Kerkûkê teqîn: 5 terorîst hatine kuştin
Li nêzîkî gundekî ser bi bajarikê Reşadê hejmarek terorîst di nava otombêlekê de ku dixwestin karekî terorîst encam bidin bombek bi otombêleka wan ve diteqe û 5 terorîst tên kuştin.

Jêderekî emnî ji Xendanê re ragihand ku: Piştî ku şeva borî hejmarek terorîst ku du otombêl li gel wan de bûn li nêzîkî gundê (Ebu Miruh) a ser bi bajaroka Reşadê ku bi niyaza kiryarên terorîstî bûn di wê demê de bombeyek bi wan de diteqe û 5 terorîst hatine kuştin.

Li gor jêderê ragihand ku tê payîn ji bilî kuştina ew 5 terorîstan birîndar jî hene.

Xendan
Top