Bayik bersiva Erdogan da: Ev pakêta xapandinê ye
Cemîl Bayik derbarê pêvajoya çareseriyê ya rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan daye destpêkirin axivî û got: “Hikûmeta AKP’ê ji demokrasiyê ditirse. Li dij berjewendiyên xwe dibîne. Ber zextên gel û tevgera azadiyê ketiye tengasiyê. Ji ber vê ji ser xwe bavêje serî li pakêtan dide.”
Bayîk teqez kir û got: “AKP ne pakêtên demokrasiyên yên xapandinê amde dike. Bi vên pakêtê hewl dide pêşiya dîroka 1’ê îlonê ya tevgera me û serokatiyê aşkera kiriye bigire.”
Hevserokê konseya rêvebir a KCK`ê got: “Bi astengkirina stuya kurdan dixwaze statuya kurdên Bakur jî asteng bike. Ji ber vê divê hemû kurd û dostên kurdan bi hemû hêza xwe xwedî li Rojava derkevin.”
Her îro, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ji rojnameya Huriyetê re ragihandibû ku, wan pakêta demokrasiyê amade kiriye û gelek tiştê vê pakêtê tên zanîn û hatine bihîstin lê yek du suprîz di nava wê de hene.
Li ser pirsa gelo di wê pakêtê de perwerdeya bi zimanê dayîkê heye? Erdogan got: “Tişta ku welat parçe bikî em weku AKP nakin, berê derfeta fêrbûna zimanê dayîkê heye.
Derbarê efuya giştî de jî Receb Teyîb Erdogan berdewam kir û got: “Efuya giştî qet tune ye.”
Derbarê pêvajoya aştiyê de jî, Erdogan da zanîn ku, PKK`ê sozên xwe bi cî neanîne û ji %20 hêzên xwe vekişandiye.
Erdogan rexne li hin gefên berpirsên PKK ku di daxuyaniyên xwe de dibêjin (emê êriş bikin) û got: “Ên dibêjin emê êriş bikin. Em ji wan re dibêjin ku hêzên ewlekariyê yên vî welatî jî hene û wê tişta pêwîst bikin.”
ANF
