• Thursday, 12 February 2026
logo

Cebhet El Nusra êrêşî gundê Êzîdiyan kir

Gulan Media August 18, 2013 Nûçe
Cebhet El Nusra êrêşî gundê Êzîdiyan kir
Çekdarên Cebhet El Nusra, ya girêdayî rêkxistina El Qaîde, duh bi şev derdora seet 2, êrîşî gundê El Esediye kir, ew gund di navbera Serê Kaniyê û Hesekê de ye, nêzîkî 10 km. ji Serê Kaniyê dûr e. Piraniya Kurdên li gund dijîn Kurdên Êzîdî ne.

Cebhet El Nusra êrêşî gundê Êzîdiyan kir

Destpêkê şer di navbera gundiyan û çekdaran de derket, pişt re gundî reviyan.
Di encamê de, gundiyê bi navê Murad Seed Bro (1957) hate kuştin. Ew bavê 7 keç û 2 kuran bû.

Xortek bi navê Eywan Seedo birîndar bû û bavê wî Elî Seedo hate girtin.

Niha gund di destê Cebhet El Nusra de ye.

Avestakurd
Top