• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi minasebeta 67 saliya damezrandina PDKê peyamek pêşkêş kir

Gulan Media August 15, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi minasebeta 67 saliya damezrandina PDKê peyamek pêşkêş kir
Îro Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi helkefta 67mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi helkefta 67mîn salvegera damezrandina partiya me, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbeta serbilind ya Şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya endam û alîgirên partî û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim.

Herwiha bi minasebeta ji dayik bûna cenabê Serok pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî cenabê Serok û bavê min yê xweştewîst cenabê Serok Barzanî dikim û hêvîdarim di bin siya Serokatiya jêhatane ya cenabê vî de gelê me bigehêje qonaxa dawî ya serkeftinê.

Her ji ber vê minasebeta han hêvî dikim ku, partiya me jî roj bi roj ber bi serkeftina zêdetir ve biçe daku, Kurdistan jî aramtir be û pêşkeftinên zêdetir bidest bixe.
Top