Hevserokê PYD: Peyama Barzanî bi wateya destwerdan di Rojavayê Kurdistanê de nîne
Salih Muslim ji rojnameya El-zeman a çapa Lendenê re ragihandiye, ku peyama serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi wateya destwerdan di rewşa Rojavayê Kurdistanê de nîne, belku ji bo encamdana lêkolînan derbarê ewan komkujîyane ku selefîyan û komên tundrewên îslamî dij bi hevwelatyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê encam dane.
Piştî belavbûna nûçeya destdirêjîyên Cebhet El-Nusre bo ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û kuştin û birîn û girtin û talankirina wan, serokatîya herêma Kurdistanê di beyannameyekê de tekezî kir, ku ´´ heger ew nûçe rast bin, ewa herêma Kurdistanê dê hemû şîyanên xwe bi kar bihîne bo ewê ku bergirî li jin, zarok û hevwelatîyên bêtawanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.´´
Ew peyama serokê herêma Kurdistanê rastî rexneya hindek alîyan bû. Hindek ji alîyên Surî li ser ewê nerînê bûn, ku ewe seretayeke bo dabeşkirina Surîyê û dirustkirina herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û hindek din jî li ser ewê bawerîyê bûn ku kême neteweyên Surîyê dixwazin weke başûrê Kurdistanê bikin û bo xwe herêmeke Kurdî li Surîyê damezrînin, weke amajeyekê bo hewlên Kurdên Surîyê.
Hefteya bihorî jî Kurdên Êzidîyên devera Efrînê jî piştî ku gundên wan ji alîyê çekdarên Cebhet El-Nusre ve hatin dorpê´kirin, daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kirin, ku bi wan ve biçe û wan ji destê Cebhet El-Nusre rizgar bike û wan biparêze.
Serokê herêma Kurdistanê jî li ser evê bineghê daxwaza pêkanîna komîteya lêkolînê ji kongreya neteweyîya Kurd kir û hoşdarî da ku heger ew nûçe rast bin, herêma Kurdistanê dê hemû şîyanên xwe bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi akr bihîne.
