´´Pêywîste Barzanî bibe serok koamrê Iraqê´´
Ajansa nûçeya Bulten Niyoz a nêzîkî hikûmeta Îranê, di raportekê de amaje bi rola girîngê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di seqamgîrkirina aştî û asayişê li herêma Kurdistanê de kiriye û pêşnîyara pêdana posta serok komarîya Iraqê bi Barzanî dike.
Li gor evê raportê, hikûmeta Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê di çareserkirina beşek ji kêşeyên Bexdadê û Hewlêrê û kêşeyên li gel Sunîyan de serkevtî bûye û di heman demê de tekez kiriye ku di nebûna Talebanî de weke serok komar, kesayetîyeke karîzmatîk bo evê postê pêywîste.
Di evê raportê de kesayetîya Mesûd Barzanî bi karîzmatîk hatiye wesifkirin ku xoşevîstî di nava xelk û alîyên siyasîyên Iraqê de heye û dikare roleke girîng di aramkirina rewşa Iraqê de hebe.
Di heman demê de jî bûna Barzanî bi serok komarê Iraqê, derfeteke baş bo Kurd jî ye ku careke din Kurd bikaribe xwe di nava navenda desthilat û biryardana Bexdadê de bibîne. Di raportê de amaje bi bandora Barzanî li ser hevwelatîyên Rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku Barzanî bi rêya evê bandora xwe ve dikare roleke girîng bilîze di çespandina aştîyê di hemû nawçeyê de.
