• Wednesday, 11 February 2026
logo

Derwîş: Me bi opozisyona Sûrî re lihevkir

Gulan Media August 14, 2013 Nûçe
Derwîş: Me bi opozisyona Sûrî re lihevkir
Serokê lijneya derve ya encûmena niştimanî ya Kurd û sekreterê Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûrî Ebdulhemîd Derwîş ragihand ku, aliyê Kurd bi hevpeymaniya Sûrî ya dijber ji bo aramkirina navçeyên Kurdî rêkeftî ne.

Derwîş bi daxuyaniyekê ji ajansa BBC re ragihand ku ew peyman piştî hevdîtina bi serokê hevpeymana niştimanî ya hêzên opozisyonê û hin endamên din li Tirkiyê îmza kirine.

Derwîş da zanîn ku ew peyman destpêkeke û ewê li ser erdê komîteyan ji herdu hêzan bêne avakirin û bi koordînalî ewê ci bi cî bikin.

Di çavpêkeftina xwe lêi gel BBC de Derwîş diyar kir ku navçeyên Kurdan ne li jêr desthilata rêjîmê de ye û ji aliyê partiyên Kurdî de tê birêvebirinê û ji ber wê jî pêwîstiya hebûna hêzên artêşa azad li wir nîne.

Hêjayî gotinê ku li Rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên ser bi Qaîdê wek dewleta îslamî ya Êraqê û Şamê û baskê wê Cebhet Nusre berdewame û bi sedan kes tevî jin û zarokan di encama wî şerî de kuştî û birîndar bûne.

Xendan
Top